Bèhna sèvan jî Helepçé tîne bîra me, çimkî bèhna çekèn kimyevî vekî bèhna sèvan kuç û kolanan, der û pencerènda qesta jîyana Kurdan kirî bu.
Wekî mirov bera xwe bide te dîroka Kurdistané, şîn û tazî, girtin û kuştin û koçberî lè kêm ne bu ye.
Helbet ne tenê Helepçê qetlîam bu ye, dîroka me ya nêz de; Başur û bakur, rojhelat û rojava û Kurdistana Kafkasyayê komkujî pêk hatine. Kurdistana Sor, Gelî yê Zîlan, Dérsim, Koçgirî, Mehabad Kamîşlo û çend damezrîn û berxwedanén Kurdan da girtin, kuştin û koçberî heye.
Bes Helepçe yekemîn e bo çekèn kimyevî pêk hatî ye.
Wek Hîroşîmayé piştî bombebarané hezaran kes mirin û seqet man.
Wekî té zanîn salèn 60'tan da heta sala 70'yê da hukumeta Iraqè nîyeta peymanek aşitîyè li gel Kûrdan hebu, ku muxtarîyeté bide Kurdan, bes nijadperestén Ereban Kerkuk kirine bahane û nehélan Peyman pék bét. Vê demê Emerîqayê vasita şahê İranê ve alîkarîya Kurdan tikir. Wekî sala 70 - 11'ê Adaré peymana otonom'îyê pêk hat, Emerîqayê alîkarîya xwe qetand. Seddam'i Kerkuk kire bahane peymana otonomî yê têk bir. Ji gel Şahê İranê welatê Cezayirê peymanek pêk îna û hember Kurdan Şatul Erep da İranê, da ku İran alîkarî yê nedete Kurdan. Davîyè da tèkçuna 75'ê qewimî.
Salén 80’é da jî İran û Iraq bihevra ketin şer. Wî şerîda her du dewletan Kurd ajotine enî ya şer. Çimkî Kurd bindest bun, ol baverî jî bi çanda serdestan ra dişopandin. Li gor ol û baverî yé jî Kurd mecbur bun ku îtaaté serdestén xwe biken.
Çimkî aqlè Kurdan destè dijmin da bu, ev jî bo gelê Kûrdan barek giran û baha bu.
Mezin dibêjin :" aqlè sivik, barè giran e." Qemî eve bo Kurdan hati be gotin.
Şerè İran û Iraqê'da leşkerè İran'é alîkarî ya Kurdan ve pèşkevt û derdora Helepçe istand, Seddam vè tèkçonê tirsîya û biryara şer û komkujî yè da.
31 sal berê nihe îro balefrén Seddam ser bajarè Helepçé firîn û bombebaran kirin.
Wè demè suçeke heré mezin û heri giran, yé dîrokî hember Kurdan biçekên kimyevî re pék hat.
Zarok, jin, pîr û kalén Kurdan bi béhna sévan ve qesta miriné kirin.
Ji hingî pèda heta îro bo Kurdan béhna sévan mîna béhna miriné ye.
Sèv xwarin ji me heram buye, çi gava sèvekè bixwem bèhna Helepçè tè ber kepè min, dile mi dikivije disoje û gemgîn dibim.
Wekî evrên bimbebarana kimyevî ser Helepçê belav bun, bêhna sêvan kete kuç û kolanên helepçê. Zarokên Helepçê jî bi keyf, bi coş der pencere vekirin, da ku béhna sévan teji mal be, bes nezanî bun ev béhn, béhna miriné ye.
Seddam’i, sala 86’é heta 88’tan da hember Kurdan “tevgera enfalé” pêk anî
Walakirina bajar û gundan li gel îşkence û kuştunan re berdewan kir.
Tevahî ya tevgera enfalé heta ku geheşte dema Helepçé, set hezaran Kurd hatine Kuştin û seqet man.
Bombekirina atomé li Hîroşîma yê 5 hezar kes seqet ma bun, bes gor çavkanî yan, Helepçé 7 hezar kes seqet ketin, hin jî zèdetir koçber bun.
Té zanîn ku nawbera salén enfalé herî kém 150, an jî zèdetir 180 hezar Kurd hatine qetil kirin û hinek jî berze bun. Davî ya Enfal û komkujîyê da milyonek Kurd jî koçber İran, Turkiye, Suriye û welatên dî bun.
Wek, hindek caran televizyon lèkolîna çalén komkujîyè nîşan tide, merov insanetî û mislumanatî yè ditirse û şerm dike.
Çimkî wekî çav û dilè insan tarî di be, wehş dibe mîna ajalan.
Hela, dagirkerén Kurdan pitir çav tarîn e. Serayî de sîyaseta biratî ya ummetê ser me rê diben.
Eslê xwe da li gor wan, Kurd ne Misilman in, ji ber hindè jî çalakî yén komkujî yè ser Kurdan bidomîn in.
Serdestên Kurdan, piştî Helepçè jî ne rawestan, bajarèn Kurdistanè yèn dî vekî Helep, Efrîn, Şengal, Kobanî, Musil, Kerkuk, Amed, Şernex, Cizîr, Slopî, Gever û Nisèbîn vèran kirin.
Bes dibe bète zanîn ku komkujî ya Helepçè û yèn bajarèn dî wek Hîroşîmayé rureşî ya dinyayé ye.
Çimkî dinya hember qetlîaman bè deng ma bu.
Dema qetlîama Helepçè da yêkitî ya dewletên İslami jî ser pirsgirikèn civata Islamî da civînêda bun, qet behsa helepçé ne kirin, belê behsa pirsgirik a Kosovayê dikirin.
Bo çi?
Ber ku hinek ji wan dewletan desthilatdar û dagirkerén Kurdistanè bun, li gor berjewendîyèn devletèn xwe da bè deng man.
Davî da welatèn bîyanî Seddam û kimyasal Elî darizandin û dardekirin, bes ne bona komkujî ya Kurdan, bona sucèn dî.
Gelo; Helepçe an jî qetlîamén dî mina xencerek jengî li ser dilé Kurdan da daçkilî ye, bes heyf muxabin Kurdèn devşîrme -héj- hay ji xwe û hay ji vé êşa xenceré nîn in.
Di be ku ev birîna xencerè her daîm bi éşe, da ku Kurd bizane bo çi tène kuştin!
Qemî bizanin ku Kurd miletekin.
Zimanek wan heye.
Welatek wan heye.
Hela kesén oldar û xayi baveri yé tibe bizane ku ev mafe, mafèn îlahî ye.
Li gor kitéba Misilmanan ev mafene li alî yé Xwudê ser Kurdan ferz bu ye.
Sure ya Hucurat ayeta13'è da dibéje: “ ...me, hun jin û mérekê afirandin û qevim, qevim cuda kirin, da ku hun hev du binasin û tékelîyan pék bînin.”
Sure ya Rum ayet a 22’yè de ji dibéje:” ...me erd û asîman, renk u ziman da heve...”.
Li gor van ayetan, mecburiyetek kevîte ber Kurdèn oldar, da ku mafén îlahî biparézin û çavlikeré serdestan nebin, çimkî kesé mafén xwe yèn îlahî ne razîbe, vusane ku teqdîra îlahî jî ne razîye, ev jî şîrk e!
Di be ku Kurdèn oldar bizanin îbadetè herî mezin jî eve ku, mirov mafén xwe yén îlahî xweyî derkeve, da ku ne be èxsîr û xulamê dagirkeran. Kesên mafén gele xwe xweyî ne derkevin, dé hember Xwoda û dîroké dè şermizar bin.
Her pénç parçèn Kurdistané de hest û ramanèn Kûrdewarî jî roj bi roj, péngav u péngav péş dikeve.
Èdî, hèdî, hèdî, aqlé Kurdan bindestî ya serdestande der dikeve û Kurd hédî, hédî biaqlé xwe hizir û hestén xwe tevgera azadî yè qahîm diken.
Ya zor û girîng jî ew bu, ku, Kurd aqlé xwe destên neyaran xelas bike. Ku bizane heta îro serdestan pé rév û çanda xwe aqlè Kurdan emel kirî ye.
Belè em zanin ku Kûrdan hevceyî aqlé van û réberî ya van nîne, çimkî Kûrd xweyî çandek zengîn û qedîm e.
Bîranîna Helepçé û zulma ser Kurdan ré ya tekoşina azadiyé de motivasyoneke herè mezin e.
Bîrbînin, da ku hun hay ji xwe bin.
Fikret Yaşar